Mesrûr Barzanî serokê tîma UNITAD a lêkolîna tawanên DAISê pêswazî kir

19 April 2021 16:01 0 dîtin
Mesrûr Barzanî serokê tîma UNITAD a lêkolîna tawanên DAISê pêswazî kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Nîsanê, pêşwazî li Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Lêkolînên Navdewletî di Tawanên DAIŞê de (UNITAD) Kerîm Esed Ehmedxan kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pêngavên proseya dadgehkirina tawanbarên DAIŞê, hevahengiya desthilatên dadweriyê û dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hewlên amadekirina proseyeke taybet bi dadgeha tawanan a taybet bi tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma UNITAD pesnê hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştevaniya Serokwezîr ji kar û erkên tîma UNITAD û sîstema dadweriyê kir û ezmûna Herêma Kurdistanê jî di vî warî de bi nimûneyeke serkeftî li navçeyê bi nav kir.