Peywira tîma Neteweyên Yekbûyî ya lêkolînê li ser tawanên DAISê li Iraqê wê bi dawî bibe

17 September 2024 10:58 0 dîtin
Peywira tîma Neteweyên Yekbûyî ya lêkolînê li ser tawanên DAISê li Iraqê wê bi dawî bibe

PeyamaKurd – Li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê, kar û xebatên ku tîma Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo lêkolînkirina belgeyên serdema DAIŞê li Iraqê û kolandina gorên komî pêk tîne, îro bi dawî dibe.

Di meha Adarê de, Encûmena Ewlekariyê ya NY bi fermî roja 17ê Îlonê weke dema dawî ji bo lêkolînkirina tawanên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine encamdan, ji tîma lêkolînê ya NY (UNITAD) re diyar kir.

UNITAD ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di sala 2017an de ji bo berhevkirina delîlan derbarê tawanên DAIŞê de hat damezrandin. Tîma bi hemahengî li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî 60 GB belge derbarê tawanên DAIŞê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin. Ji aliyeke din ve heta niha beşek ji qurbaniyên DAIŞê li Iraqê wenda ne û hindek jî tê guman kirin ku di gorên komî de hatine veşartin.

DAIŞê di sala 2014an de êrişî gelek deverên Iraqê kir, Mûsil û hinek navçeyên din dagîr kir û bi dehan sivîl kuştin û bi hezaran jî revandin.

Piştî êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê, Herêma Kurdistanê mazûvaniya zêdetirî 2 milyon awareyên navxwe kir. Heta niha li Herêma Kurdistanê 730 hezar û 930 kes ku piraniya wan Êzidî ne.

Alîkariya mehane ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo 3 hezar û 579 kesên ku heta niha hatine rizgarkirin tê kirin. Piştgiriya derûnî ji kesên rizgarbûyî re hat kirin û hemû li navenda dermankirina derûnî ya Duhokê hatin tomarkirin. Herwiha zêdetirî 1200 kesên rizgarbûyî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo çareseriya derûnî şandin Almanyayê.