Guterres serokê tîma lêkolîna tawanên DAISê ya Neteweyên Yekbûyî guhert
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres pisporekî Alman wek serokê nû yê tîma lêkolînerên tawanên DAIŞê erkdar kir.
Hat ragihandin ku Antonio Guterres, pisporê Alman Christian Ritscher wekî serokê tîma navdewletî ya li ser tawanên DAIŞê lêkolînan dike erkdar kiriye ku beriya niha pisporê Kurd Kerîm Es'ed Ehmed Xan ê xwedî nasnameya Brîtanî serokê wê tîmê bû.
Armanca wê tîmê ew e ku li ser hemû tawanên ku rêxistina DAIŞê di dema desthilata xwe de li Iraqê kirine, lêkolînan bike.
Tîma lêkolînê belgeyan berhev dike û rêzbendiya tohmetan dike da ku di dadgeha navdewletî de tohmeta encamdana tawanên şer û dijî mirovahiyê û jenosîdê arasteyî DAIŞê bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di meha Gulana borî de tîma lêkolînê li ser komkujiya Kurdên Êzidî belge berhev kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin