France Press | Singal - Tîma NY dest bi lêkolîna tawanên DAISê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tîmeke Neteweyên Yekbûyî (NY) bi armanca lêkolîna tawanên DAIŞê, 12 gorên bi kom yên Kurdên êzidî li Şingalê vedike.
Ajansa “France Press” ragihand ku raporeke NY ketiye destê wan ku tê de behsa vekirina 12 gorên komî yên Kurdên Êzidî li derdora Şingalê tê kirin ku armanc lêkolînkirina tawanên DAIŞê ye.
Neteweyên Yekbûyî sala 2017an biryar dabû ku lêkolînê li ser tawanên DAIŞê bike û niha jî tîmeke bi serokatiya Parêzar Kerîm Esed Kerîmxan ji bo lêkolînê erkdar dike.
Hat zanîn ku lêkolîn li ser 3 beşan hatine dabeşkirin, komkujiya Êzidiyan di sala 2014an de, tawanên li Mûsilê di navbera 2014 û 2016an de hatine kirin û komkujiyên leşkerên Iraqê li Tikrîtê di Hezîrana 2014an de.
Tîma NY yekem gora komî Cothema 2018an li gundê Koço yê Şingalê vekiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin