Îsraîl wê alavên Associated Pressê yên ku dest danîbûn ser wan îade bike

21 May 2024 23:25 0 dîtin
Îsraîl wê alavên Associated Pressê yên ku dest danîbûn ser wan îade bike

PeyamaKurd - Associated Press (AP) a ku dewleta Îsraîlê dest danîbû ser alavên wan yên rojnamegeriyê û TV yê, wê paşde bide wan û îznê bide ku weşana xwe ya zindî jî bikin. Navenda Associated Press (AP)ê Amerîkaye û yek ji medya xwurt ya dinyayê jî ew e.

Wezîrê danûsitendinê yê Îsraîlê Shlomo Karhi ragihand ku wezareta bergiriyê ya Îsraîlê weşanên AP yên ku ji Sderotê tên kirin, ji bo ji aliyê talûka leşkerî de zerara waan heye an na, xwestiye li alavan binêre, dest daniye ser alavan û weşana wan ya zindî biriye.

Wezaretê fermanê daye ku ekîpmanên APê îade bikin û dikarin weşana xwe ya zindî dewam bikin.

Îsraîlê, bi sedema ku ji TV ya Al Jazeera re dîmenan temîn dike û qanûna nûh ya medya Îsraîlê îhlal dike, dest danîbû ser alavên APyê.

Îsraîlê TV ya Al Jazeera bi weşanên wê ve qedexe kiribû û gotibû ku weşana wan ewlehiya netewî ya Îsraîlê tehdîd dike. Xebata wan di 5ê Gulanê de ji bo 45 rojan qedexe kiribû û hem kengê bixwesta dikaribû wextê dirêj jî bike.