Nêçîrvan Barzanî: Divê Singal, radestî Singaliyan bê kirin

03 August 2023 14:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Divê Singal, radestî Singaliyan bê kirin

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo 9emîn salvegera komkujiyê Kurdên Êzidî, îro li Hewlêrê bêşdarî merasîmekê bû.

Serokê Herêma Kurdistanê, di vê merasîma bibîranînê de li ser parastina Şingalê rawestiya û got,

“Li herêma Şingalê, rewşa Êzidiyan gelek xirab e. Ji ber vê jî hinek malbatên ku vegeriyabûn Şingalê, car din ji Şingalê derketin. Ev jî ji ber kêmbûna xizmetan, nebûna aramî, ewlehî û derfetên kar e.”

Nêçirvan Barzanî, li ser Kurdên Êzidî yên ku penaber in jî axivî û got ku

“Divê Hikûmeta Federal a Iraqê, bi taybetî li ser rewşa penaberên Şingalî bisekine ku êrîşa IŞÎDê xisara herî zêde gihand wan. Li Şingalê ne tenê rê û xanî hatin xirabkirin, li vê derê enfaleke mezin hat kirin.”

“Divê parastina Şingalê, ji Şingaliyan re bimîne”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya li herêmê û tengezariyên ku xelkê Şingalê dikişînin û got,

“Divê hemû hêzên ku ne xelkê Şingalê ne, ji herêmê derkevin û rêveberî û parastina Şingalê radestî xelkê Şengalê û desthilata yasayî bikin.

Divê hêzên têkildarî PKKyê û hemû hêzên ku ji derve hatine, ji Şingalê derkevin. Wan hêzan, ji bo Êzidiyan tenê bêaramî û bêseqamgîrî çêkirine û birînên Şingaliyan kûrtir kirine.”