Li Iraqê, ji bo 3 rojan sîn hat ragihandin

01 September 2022 16:00 0 dîtin
Li Iraqê, ji bo 3 rojan sîn hat ragihandin

PeyamaKurd- Li ser aloziyên siyasî yên Iraqê ku bûn sedema pevçûnên giran ên li Bexdayê, ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve ji bo kesên ku di bûyeran de canên xwe ji dest dane, 3 rojan şîn hat ragihandin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, piştî bûyerên Bexdayê ku 25 kesan canên xwe ji dest dabûn, biryara parlamentoyê ragihand. Helbûsî, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand û got,

“Parlamentoyê, ji bo giyanê şehîdên Iraqî, ji xwepêşandêran heta hêzên ewlehiyê, ji bo 3 rojan şîn ragihand.”

Hat eşkerekirin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî piştî bûyerên dawî yên li Iraqê, ev biryar ragihandiye.

Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, 2 roj berê ragihandibû ku wî bi temamî dest ji siyasetê berdaye û êdî ew ê tevlî siyasetê nebe. Li ser vê biryara Sedr, alîgirên Tevgera Sedr li Bexdayê daketibûn kolanan û dest bi xwepêşandanan kiribûn.

Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihandibû ku di encama alozî û şer û pevçûnên ji ber xwepêşandanan derketibûn de 25 kesan canên xwe ji dest dane û herî kêm 380 kes jî birîndar bûne.