Ji bo qurbaniyan xwepêsandanan li Iraqê 3 rojan sîn hat ragihandin

10 October 2019 10:51 0 dîtin
Ji bo qurbaniyan xwepêsandanan li Iraqê 3 rojan sîn hat ragihandin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bo kesên ku di protestoyên wî welatî de bûne qurbanî 3 rojan şîn ragihand.

Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bo kesên ku di protestoyên li dijî hikûmeta wî welatî de bûne qurbanî 3 rojan şîn ragihand.

Tê çaverêkirine ku Ebdulmehdî di demen pêş de derkeve pêşberî gel û axaftinekê bike.

Di xwepêşandanên Iraqê yên 1ê Cotmehê li dijî ‘gendelî, tunebûna xizmetguzarî û derfetên kar’ dest pê kiribûn de, heya niha 104 kes hatine kuştin û zêdetirî 6 hezar kes jî birîndar bûne.