Li Îstenbolê operasyona DEASê: 41 kes hatin girtin

28 April 2018 19:49 0 dîtin
Li Îstenbolê operasyona DEASê: 41 kes hatin girtin

PeyamaKurd- Tîmên dijî terorê yên Îstenbolê bo girtina endamên DEAŞê, li 11 navçeyên Îstenbolê, di heman demê de bo ser 13 navnîşanan operasyon kirin.

Di encama operasyonan de 40 kesên biyanî û 1 hemwelatiyê Tirkyê hatin girtin. Lêpirsîna wan ya li rêvebiriya asayîşê dewam dike. Hat ragihandin ku di nava wan de hinek kes hene ku diçin ciyê şer û tên. Hene ku li bendêne herin herêma şer û hinek ji wan dixwazin li nav Tirkiyê tevgeran deynin.