Li Îzmîr û Mûglayê 162 koçberên neqanûnî hatin girtin

18 July 2024 12:03 0 dîtin
Li Îzmîr û Mûglayê 162 koçberên neqanûnî hatin girtin

PeyamaKurd – Li peravên Îzmîr û Muglayê 162 koçberên neqanûnî yên ku dixwestin bi rêyên qaçax biçin Yûnanîstanê hatin girtin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Fermandariya Ewlekariya Peravê ve hat dayîn de hat diyarkirin li peravên Fethiyeya Muglayê 15 jê zarok 73 koçber ji aliyê ekîbên Ewlehiya Peravê ve hatin girtin û 1 gumanbar jî bi îdiaya qaçaxçîtiyê kiriye hat desteserkirin.

Li aliyê din hat ragihandin ku li peravên navçeya Urla ya Îzmîrê 46 jê zarok 89 koçberên bêdestûr hatin girtin.

Bi vî awayî li herdu parêzgehan 61 ji wan zarok bi giştî 162 koçber hatin girtin.

Koçberên neqanûnî piştî kar û baran radestî midûriyetên Îdareya Koçê yên li Îzmîr û Mûglayê hatin kirin.