Li Îzmîr û Wanê erdhej çêbû!
PeyamaKurd – Li navçeya Buca ya Îzmîrê di saet 23.53an de bi lerza 3,9an erdhejek 9,2 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Erdhej li Îzmîr û parêzgehên derdorê hat hîskirin. Erdheja bi kûrahiya 9,2 kîlometreyan li Îzmîr û derdora wê hat hîskirin.
Rasatxaneya Kandîllî ragihand, erdhej 12,7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Li Wanê jî erdhej çêbû!
Li Gola Wanê di saet 08.05an de bi lerza 4an erdhejek pêk hat.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) li navenda Gola Wanê bi lerza 4an erdhejek pêk hat.
Erdheja ku di saet 08.05an de pêk hat, 12.82 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Herwiha danê sibê li Datçayê bi lerza 4,2 erdhejek pêk hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin