Li Taywanê erdhejên bihêz çêbûn!

03 April 2024 10:08 0 dîtin
Li Taywanê erdhejên bihêz çêbûn!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Taywanê bi lerza 7,4 û 6,4ê 2 erdhej bi 20 deqeyan ji hev cuda çêbûn.

Li bajarê Hualien ê li peravên rojhilatê Taywanê bi lerza 7,4 erdhejek pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdheja bi mezinahiya 7,4 rîxterê 18 kîlometre li başûrê bajarê Hualien ê li peravên rojhilatê Taywanê ye.

Ji ber erdheja ku 34,8 kîlometre di bin erdê de pêk hat, xisar li şêniyên herêmê ket, li gorî agahiyên destpêkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 90 kes jî birîndar bûne.

Rêveberiya Navendî ya Meteorolojiyê ya Taywanê (CWA) mezinahiya erdhejê 7,2 ragihand û diyar kir ku erdhej 25 kîlometre li başûrê Hualienê û di kûrahiya 15 kîlometreyan de pêk hatiye.

CWA diyar kir ku ev erdheja herî bihêz e ku di 25 salên dawî de li Taywanê rû daye û ji bo herêmên bakurê giravê hişyariya pêlek mezin da.

Ji xeynî Girava Taywanê, li parzemîna Çînê û welatên derdorê jî hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

USGSê ragihand ku piştî erdheja ewil di nav 20 deqîqeyan da erdheja duyemîn a bi lerza 6,4an 11 kîlometre bakurê rojhilatê bajarê Hualienê bi kûrahiya 12,6 kîlometreyan pêk hat.

Li gorî daneyên USGSê ji bilî erdheja 6,4'an, 16 erdhejên din ên bi mezinahiya 4,7 heta 5,7an pêk hatin.

Ajansa Agirkujiyê ya Taywanê diyar kir ku li Hualienê ku erdhej lê çêbû 4 kes mirin û li bajarên Hualien, Yilan, Taipei, New Taipei, Keelung û Taoyuanê herî kêm 90 kes birîndar bûn.