Li Sêrt û Wanê erdhejên bihêz çêbûn

21 April 2020 14:11 0 dîtin
Li Sêrt û Wanê erdhejên bihêz çêbûn

PeyamaKurd – Îro 21ê Nîsanê danê nîvro li bajarên Sêrt û Wanê yên Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Saziya Hawarçûnê û Rewşên Lezgîn a Tirkiyê AFADê ragihand ku îro li saet 12:48an li Miks a Wanê bi tundiya pileya 4.0 erdhejek çêbû. Hat zanîn ku erdheja li Wanê di kûrahiya 7,47 kîlometran dûrî zemînê rû daye.

Herwiha Çavdêrxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogazîçî li Tirkiyê jî hevdem ragihand ku li navçeya Perwarî ya Sêrtê bi tundiya pileya 4,1ê erdhejek çêbû.

Derbarê ziyan û bandora herdu erdhejan de jî hîn ti agahî nîn in.