Sê erdhejên tirsnak li Balikesirê çêbûn!
PeyamaKurd - Sê erdhejên bi mezinahiya 4.7 û 4.2 pileyî li navçeya Sindirgi ya Balikesirê bi pênc xulekan dûrî hev çêbûn.
Erdheja yekem di saet 06:16an de çêbû.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarte (AFAD), erdhejek bi mezinahiya 4.7 pileyî bi navenda wê li navçeya Sindirgiyê hat tomarkirin.
Tesbît kirin ku erdhej di kûrahiya 12.31 kîlometreyan de çêbûye.
Du erdhejên din ên bi mezinahiya 4.2 pileyî li Balikesirê di saet 06:20 û 06:21an de çêbûne.
Li gorî daxuyaniyek ji AFADê, du erdhejên bi mezinahiya 4.2 pileyî bi navenda wan li navçeya Sindirgiyê hatin tomarkirin.
Tesbît kirin ku erdhej di kûrahiya 7 û 7.89 kîlometreyan de çêbûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin