Li Kampa Holê, 2 servanên HSDê hatin kustin

08 September 2022 16:31 0 dîtin
Li Kampa Holê, 2 servanên HSDê hatin kustin

PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Suriya Demokratîk (HSD), bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku di pevçûneke navbera hêzên HSD û terorên IŞÎDê de 2 şervanên HSDê hatine kuştin.

Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de hat ragihandin ku 2 şervanên HSDê li Kampa Holê ji aliyê terorên IŞÎDê ve hatine kuştin. Di derbarê bûyerê de hûrgilî jî hatin parvekirn û hat gotin ku roja pêncşema borî, 7 endamên şaneyên rêxistina terorî ya IŞÎDê, kincên jinan li xwe kirine û hewil dane ku ji kampê birevin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên HSDê bi vê hewilê hesiyane  û di navbera wan û IŞÎDiyan de pevçûn derketiye.

Hat ragihandin ku di vê pevçûnê de 2 şervanên wan û kesek IŞÎDî hatiye kuştin û 6ên din jî hatine girtin.

HSDê, di 25ê Tebaxa 2022yan de qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” ya nav Kampa Holê dabû destpêkirin û heta niha ji 100î zêdetir endamên şaneyên IŞÎDê hatine girtin.