Li Kampa Holê sewat çêbû: Zarokekî can da, 3 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Adarê li nav beşa çaran a kampa Holê şewat derketiye û di encama wê şewatê de zarokekî can daye û ji heman malbatê 3 kes jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, sedema şewatê hîn nehatiye zanîn, lê hatiye ragihandin ku di encama wê şewatê de zarokekî biçûk can daye û 3 endamên malbatê jî birîndar bûne.
Kampa Holê ku wekî xetertirîn kampa li cîhanê tê naskirin, li rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye û li gorî amarên dawî, 57 hezar û 460 kes tê de dimînin ku piraniya wan ji 54 welatên cîhanê jin û zarokên malbatên DAIŞê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin