Li Kampa Holê sewat: 4 konên malbatên DAISê sewitîn

06 March 2022 10:28 0 dîtin
Li Kampa Holê sewat: 4 konên malbatên DAISê sewitîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî bûyereke şewatê li beşa 5an a Kampa Holê ya malbatên DAIŞê ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye ketiye.

Li gorî zanyariyan şewat bi zanebûn hatiye derxistin û di beşa ku malbatên DAIŞê yên Sûriyê tê de bûn ji ber belavbûna agir 4 konên kampê şewitîne, lê ti kesî di encama şewatê de ziyan nedîtiye.

Çavkaniyan diyar kiriye ku konê hatiye şewitandin yê jinekê bûye û ew jin di nav rêxistin û komeleyên xêrxwaziyê yên li kampê dixebitî daku jinên DAIŞî ji fikirên tundraw rizgar bikin.