Li Kanî Masî 5 gund ji ber serê PKK-Tirkiyê hatin valakirin
PeyamaKurd - Rêveberê Nehiya Kanî Masîyê Serbest Akrêyî ji K24ê re ragihandiye ku heta niha pênc gundên ser bi nehiyê ji ber şerê PKK û Tirkiyê hatine valakirin û tenê li gundê Kêste, nêzîkî milyarek û 750 milyon dînar zirar gihîştiye xelkê gund.
Serbest Akrêyî eşkere kir ku ji ber şerê PKKê nêzîkî 10 hezar donim rez û bax û zeviyên li sînorê nehiya Kanî Masiyê şewitîne û her du binkeyên tenduristiyê yên gundên Edinê û Kêste ji ber şerê PKK û Tirkiyê hatine girtin.
Herwiha ji ber şer û pevçûnan, welatiyên sînorê Akrê ji bo komkirina berhemên sirûştî û hingiv, nikarin biçin deverên çiyayî, welatiyên ku salên borî bi rêya komkirina berhemên sirûştî û hingiv berê xwe didan deverên çiyayî yên Akrê, dibêjin ku şerê PKK û Tirkiyê zirar gihandiye wan û ew nikarin debara xwe bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin