Li kargeha kîmyayî teqîneke mezin çêbû

22 April 2020 15:16 0 dîtin
Li kargeha kîmyayî teqîneke mezin çêbû

PeyamaKurd - Li bajarê Lianyungang eyaleta Jiangsu ya Çînê di kargeha hilberandina madeyên kîmyayî de teqîneke mezin çêbû.

Li gorî zanyariyan di encama agirê ku piştî teqînê bilind bûye de, ziyaneke mezin çêbûye, lê hîn ti agahiyek zelal nehatiye belavkirin.

Polîsê Çînê li cihê bûyerê berpirsekî wê kargehî binçav kiriye û lêkolîn li ser teqînê daye destpêkirin.

Sala borî jî di meha Adarê de di kargeheke din a kîmyayî ya li Çînê de teqînekê rû dabû ku 47 kesan can dabû û 640 kes jî birîndar bûbûn.