Li Îranê di kargeha balafirên bêbalafirvan çêdike de teqîneke mezin çêbû

24 May 2021 09:31 0 dîtin
Li Îranê di kargeha balafirên bêbalafirvan çêdike de teqîneke mezin çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Îsfahanê yê Îranê, di kargeha ku balafirên bêbalafirvan çêdike de, teqîneke mezin çêbû û di encamê de, herî kêm 9 karker birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, kargeha balafiran çêdike, li cihekî gelek hesas e. Tê zanin, Îran van balafirên bêbalafirvan dide rêxistina Hamasê jî û beriya niha jî balefirek bi navê Gazze çêkir. Herwiha di şerê navbera Hamas û Îsrailê de, balafirek bêbalafirvan ya Îranî, ji aliyê Îsrailê ve hatê êxistin û Serokwezîrê Îsrailê Netenyahu parçeyên vê balafirê nîşanî medya cihanî kir.

Ji bo van bûyeran ev teqîn wek êrîşekî tê nirxandin. Heta vê gavê berpirsên Îranî di vê derbarê de tu daxuyani nedane.