Ukrayna: Îranê 2400 balafirên bêbalafirvan dane Rûsyayê
PeyamaKurd – Ukrayna dibêje, Îranê 2400 balafirên bêbalafirvan û tîmên şêwirmend ên Supaya Pasdaran ji bo Rûsyayê şandiye û bûye sedema zêdebûna rêjeya êrîşan li ser jêrxana Ukraynayê.
Li gor Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ukraynayê Mikhailo Podolyak li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kiriye: “Ji bo wêrankirina jêrxana jiyan û serbazî ya Ukraynayê, Îran 2400 dron û rahênerên Supaya Pasdaran şandine Rûsyayê.”
Mikhailo Podolyak eşkere kiriye: “Bi vê rêyê, Îran jêrxana xwe ya serbazî bi hêz dike, gelo welatên cîhanê pêngavên Îranê nabînin, gelo çima sîstema dijî moşekan nadin Kîevê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin