Li Kelarê teqîn çêbû: Pêsmergeyên sehîd û birîndar hene!

19 October 2022 15:00 0 dîtin
Li Kelarê teqîn çêbû: Pêsmergeyên sehîd û birîndar hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, beriya operasyoneke ku dê li sînorên Silêmaniyê dijî terorên IŞÎDê bê kirin, mîneke ku berê hatibû çandin, di bin maşîna Hêzên Pêşmerge de de teqiyaye û di encamê de 2 pêşmerge şehîd bûne.

Li gorî agahiyên destpêkê, îro li bejahiya Kelarê beriya ku operasyona Hêzên Pêşmerge li dijî IŞÎDiyan dest pê bike, mîna ku berê di rê de hatiye çandin teqiyaye û ji ber vê teqînê 2 Pêşmerge şehîd bûne û 5 Pêşmerge jî birîndar in.

Hat ragihandin ku di nav Pêşmergeyên birîndar de Fermandarê Komandoya Kurdistanê Akam Omer jî heye.

Li gorî agahiyên dawî, yek ji Pêşmergeyên ku şehîd bûye, yek ji fermandarên Hêzên Komandoya Kurdistanê Albay Botan Germiyanî ye û hat zanîn ku Pêşmergeyên birîndar, li nexweşxaneyên Kelar û Silêmaniyê tên dermankirin.

Li gorî agahiyên fermî, duh bişev Hêzên Pêşmerge û Hêzên Komandoya Kurdistanê li dijî terorîstên IŞÎDê yên li herêma Nevcuyê ya navbera Zinane û Pêlekana Germiyanê dest bi operasyona hevbeş kiribû.