Li Kerkûkê di operasyona DEAS ê de 25 gumanbar hatin girtin

22 March 2022 23:10 0 dîtin
Li Kerkûkê di operasyona DEAS ê de 25 gumanbar hatin girtin

PeyamaKurd – Li başûrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê polîs û artêşa Irqê operasyon kirin ser DEAŞ ê û 25 gumanbaran girtin. Ragihandin ji fermandariya Kerkûkê ya operasyonan hat kirin û fermandarî got ku nêzî navça Hawîce li deverên Wadî eş-Şay û Wadî Kor operasyon kirine ser DEAŞ ê.

Di operasyonan de 7 wargehên DEAŞ ê îmha kirine, 37 mayînên bi dest çêkirî û 41 sîlihên sivik bidest xistine. Di îfadên gumanbaran de gotine ku tevlî bûyerên terorê bûne û gumanbaran şandine dadgehê.

Gelek caran li bajarê Kerkûkê li heman navçe û deveran DEAŞ î xwe vedişêrin û ji bo ser wan opreasyon tên kirin.