Li Kerkûkê gengeseya navbera Kurd û nijadperestên Ereb zêde dibe
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, di 18.12.2023an de ji ber wê hilbijartina meclisên bajêr çêbibin, baregeha berê ya PDK ê ku parêzgerê Kerkûkê dest danîbû ser û kiribûn baregeha fermandariya operasyonên hevpar ya Iraqê, serokwezîr ferman dabû ku avahiyê vala bikin û teslîmê PDKê bikin.
Piştî fermana serokwezîrê Iraqê Sûdanî, hefteyekiye ku terefdarên Haşdî Şabî li hemberê biryarê xwepêşandan û protestoyan dikin, rêyan digrin û di ser de bi çekan li Kurdan dixin.
Kurd ji bo girtina rêyan protesto bikin, îro piştî nîvro dest bi xwepêşandanan kirin. Çalakvan ji bo Rûdawê ragihandine ku girtina rêyan ji terefê destekvanên Haşdî Şabiyan de ber li karê wan digre, li ser rêyan agir vêdixin û nahêlin Kurd xwe bigihînin malên xwe.
Grûbekî ji Haşdî Şabî roja yekşema borî li ber baregeha PDKê kon vegirtiye û rêya Kerkûk û Hewlêrê girtiye. Erebên ku rêyan digrin, ne xelkê Kerkûkê ne û wan ji Diyala û gundên dora Kerkûkê anîne Kerkûkê. Erebên kolanan qebûl nakin ku baregeha PDKê çawa car din dane PDKê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin