Li Kerkûkê operasyon: 3 endamên DEAS ê hatin girtin

06 March 2021 23:49 0 dîtin
Li Kerkûkê operasyon: 3 endamên DEAS ê hatin girtin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li nav bajarê Kerkûkê operasyon kirin ser DEAŞ ê û 3 kesên wan desteserkirin. Li gor ragihandina berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî bo çapemeniyê ragihandiye ku li taxa Nasir bo ser navnîşanekî operasyon kirine.

3 kesên di operasyonê de hatine girtin di îfadeyên xwe de gotine ku ew amadekariya operasyonan dikirin da êrîşê hêzên ewlehiyê bikin. Nûrî ragihandiye ku di operasyonê de gelek alav û belgeyên fermî bidestxistine û kesên girtî dê derxin dadgehê.