Li Kobanê di topbaran artêsa Tirkiyê de 3 karkerên stasyona avê birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama topbarana îro Pêncşemê ya artêşa Tirkiyê de, li gundê Şiyox a Jorin a rojavayê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, 3 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, Artêşa Tirkiyê gundê Şiyox a Jorin topbaran kir ku otomobîleke karkerên westgeha avê tê de bûn hat armanckirin û di encamê de 3 karkerên Westegha Avê birîndar bûn.
Hat zanîn ku di encama topbaranê de ziyan gihîştiye westgeha avê jî.
Ji 20ê meha borî ve piştî êrîşên asmanî yên Tirkiyê, topbarana herêmên jêr kontrola HSDê li Rojavayê Kurdistanê dewam dike ku Tirkiye tevî nerazîbûnên civaka navdewletî amadekariyên operasyona bejahî jî didomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin