Li Kurdistan û Iraqê 100 hezar kesan serdana Hec û Umrê kir

07 February 2022 21:13 0 dîtin
Li Kurdistan û Iraqê 100 hezar kesan serdana Hec û Umrê kir

PeyamaKurd - Desteya Bilind a Hec û Umreyê ya Iraqê eşkere kir ku 100 hezar hemwelatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Umreyê serdana Erebistana Siûdî kirine.

Desteya Bilind a Hec û Umreyê îro Duşemê ragihand, hemwelatiyên ku hejmara wan nêzîkî 100 hezar kes in, bi rêya 5 balefirgehên navnetewî yên Hewlêr, Silêmanî, Bexda, Necef û Besrayê ji bo bicihanîna erkê Umre di vê demsala Umreyê de serdana Erebistana Siûdî kirine.

Li gorî amarên Desteya Bilind a Hec û Umreyê belav kirine; 17 hezar û 791 kes ji ser balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê, 2 hezar û 326 kes bi rêya balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê, 50 hezar û 149 kes bi rêya balefirgeha navnetewî ya Bexdayê, 18 hezar û 416 kes bi rêya balefirgeha navnetewî ya Necefê û 7 hezar û 430 kes jî bi rêya balefirgeha navnetewî ya Besrayê serdana Umreyê kirine.