Li Kurdistanê û Iraqê dema ragirtina gestên esmanî hat dirêjkirin

24 April 2020 12:30 0 dîtin
Li Kurdistanê û Iraqê dema ragirtina gestên esmanî hat dirêjkirin

PeyamaKurd - Desteya Hawageriya Sivîl a Iraqê dema ragirtina geştên esmanî li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê heya 22 Gulanê dirêj kir.

Di daxuyaniyekê de Desteya Hawageriya Sivîl a Iraqê  ragihandiye, ku ragirtina geştan, geştên Heyva Sor, geştên leşkerî, alîkariyên tendurstî û hawarçûnê û herwiha geştên kargo li xwe nagire.

Desteya Hawageriya Sivîl a Iraqê herwiha diyar kiriye, biryara drêjkirina ragirtina geştên esmanî heya 22 Gulanê, di çarçoveya rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê de ye.

Herwiha Beşa Peywendiyên Giştî û Ragihandinê ya Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê jî bi daxuyaniyekê ragihand, ku ji ber vê biryara Desteya Firokvaniya Sivîl a Iraqê, geştên li balafirxaneya Silêmaniyê jî nayên encamdan