Li Kuweytê balafira ser ket û pîlot can da

09 October 2024 21:30 0 dîtin
Li Kuweytê balafira ser ket û pîlot can da

PeyamaKurd – Balafira tîpa F-18 ya aîdê artêşa Kuweytê li bakûrê Kuweytê di dema perwerda leşkerî de ket. Pîlot an ku ajotvanê balafirê mir. Berdevkê wezareta berevaniya Kuweytê Casim es-Sakr, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand:

“Balafira şer ya aîdê artêşa Kuweytê ya tîpa F-18 ket û pîlot can da. Bûyer di wexta piştî nîvro de, li bakûrê welat, di wexta perwerdê de qewimî.”