Li Lubnanê di nav 24 seetan de 26 kes mirin û 144 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê rêjeya êrîşên di nav 24 seetan yên li Lubnanê aşkera kir. Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de, di nav 24 seetan de 26 kes mirine û 144 kes birîndar bûne.
Wezaret ragihand ku ji 8ê Cotmehê heya niha bi temamî 2.255 kes mirine û 10.524 kes birîndar bûne. Bi sedema bombebarana artêşa Îsraîlê, bi sed hezarî kes dev ji axa xwe berdaye û koç kirine. Bi deh hezaran kes derbasî aliyê welatê Sûriyê bûn e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin