Li Lubnanê pevçûn: 3 endamên Hizbullahê hatin kustin

28 June 2024 12:03 0 dîtin
Li Lubnanê pevçûn: 3 endamên Hizbullahê hatin kustin

PeyamaKurd – Hizbullahê ragihand ku li başûrê Lubnanê di şer û pevçûnên bi Îsraîlê re 3 endamên Hizbullahê hatine kuştin.

Têkildarî êrîşên Îsraîlê ji aliyê Hîzbullahê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li başûrê Lubnanê di pevçûnên bi Îsraîlê re 3 endamên Hîzbullahê jiyana xwe ji dest dane.

Hizbullahê beriya niha ragihandibû ku endamê wê yê bi navê Elî Ehmed Alaeddîn li Bekaa Îsraîl di encama êrîşeke balafirên bê mirov de hatiye kuştin.

Hejmara endamên Hîzbullahê yên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 8ê Cotmehê vir ve li dijî Lubnanê hatin kirin de 351 kes mirin.

Rageşiya li Xeta Şîn

Îsraîl ku ji 7ê Cotmehê ve êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezzeyê didomîne, li ser sînorê bakur jî bi Hizbullaha Lubnanê re şer dike.

Rageşiya di hefteyên dawî de li ser xeta sînor a di navbera Îsraîl û Lubnanê ya bi navê "Xeta Şîn" zêde dibe.

Artêşa Îsraîlê 18ê Hezîranê ragihandibû ku "plana operasyonê" ya êrîşeke muhtemel a li ser Lubnanê pejirandibû.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz di daxuyaniya xwe ya 21ê Hezîranê de diyar kiribû ku êrîşên Hîzbullahê yên li dijî ax û welatiyên Îsraîlê nayên qebûlkirin û ew ê di demeke nêz de biryarên pêwîst bidin.