Li Lubnanê teqînên tund: Safiyuddîn ku dihat payîn ku sûna Nasrallah bibe hedef hat girtin

04 October 2024 10:31 0 dîtin
Li Lubnanê teqînên tund: Safiyuddîn ku dihat payîn ku sûna Nasrallah bibe hedef hat girtin

PeyamaKurd – Li başûrê Beyrûta paytexta Lubnanê ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê lê didomin li pey hev teqînên dijwar rû dan, hat îdiakirin ku hedefa êrîşê Serokê Meclisa Rêveber a Tevgera Hîzbullah Haşim Safiyuddîn e.

Di dema ku Îsraîl êrîşên xwe yên li ser başûrê Beyrûtê zêde dikir, ji 23ê Îlonê ve yek ji teqînên herî tund qewimî.

Ji ber teqînên li pey hev di avahiyan de lerizîn.

Di nûçeya platforma nûçeyan a Amerîkayê Axiosê de ku li ser 3 rayedarên Îsraîlî ye, hat îdiakirin ku hedefa êrîşê Haşim Safiyuddinê muhtemel cîgirê serokê Hîzbullahê yê ku hat kuştin Hasan Nasrallah e.

Di nûçeya bi îmzeya Barak Ravîd de hat diyarkirin ku heta niha encamên êrîşê nehatine zanîn û çapemeniya Lubnanê jî ragihand ku êrîşa Îsraîlê ji êrîşa ku Hasan Nasrallah tê de mir, mezintir e.

Ji Îsraîlê derbarê mijarê de hê tu daxuyanî nehatiye dayîn.