Li mala Mike Pence jî belgeyên bi dizî hatin dîtin

25 January 2023 01:27 0 dîtin
Li mala Mike Pence jî belgeyên bi dizî hatin dîtin

PeyamaKurd – Cîgirê serokê Amerîkayê yê wexta Trump, Mike Pence di hefteya borî de di mala wî de Buroya Federal ya Lêkolînê (FBI) di lêgerînê de belgeyên bi dizî yên dewletê dîtibû û belge hatin teslîmkirin ji bo FBI yê.

Li Amerîkayê çend mehe ku di malên rêvebirên berê û îro de ji aliyê FBI de lêgerîn tên kirin û belgeyan bidest dixin. Vê carê jî hefteya borî li mala Mike Pence de ya ku li Indiana ye de belge hatin bidestxistin. Parêzerê Pence ragihand ku kêm belegeyên ku li ser wan ‘Secret’ an ku ‘Bi Dizî’ hatiye nivîsandin hene û di demaeşyayên mala xwebar kiriye, bi şaşî xistine qutiyan û birine mala Pence.

Di mijara naveroka belgeyan de ti ragihandin nehat kirin.