Pence: Ev belgeyên nepenî diviyabû ne li mala min a sexsî bûna
PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Amerîkayê yê berê Mike Pence ku di mala wî de "belgeyên nepenî" yên dewletê hene, qebûl kir ku wan xeletî kiriye û got, di vî warî de wî tam berpirsiyarî girt ser xwe.
Pence di çalakiya li Zanîngeha Eyaleta Florîdayê de axivî û got, "Ev belgeyên nepenî diviyabû ne li mala min a şexsî bûna. Ev xeletî bû û ez bi tevahî berpirsiyariya xwe radigrim."
Pence balkişand li ser wê yekê ku bi rêkûpêk parastina belgeyên nehênî ji bo ewlehiya neteweyî pir girîng e, Pence got, ew bi tedbîrî li tomarên xwe yên kesane dinihêrin piştî ku belgeyên nehênî li ofîs û cihê rûniştina Serok Joe Biden hatin dîtin.
Pence diyar kir, piştî belge hatin dîtin, wan tavilê agahî dan yekîneyên eleqedar ên Arşîva Neteweyî, FBI û Wezareta Edaletê.
Pence eşkere kir, şêwirmendên wî bi hevkariya van saziyan pêvajo pêk anîne û got, haya wî ji hebûna belgeyan tuneye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin