Doza belgeyên nepenî: 3 sûcdariyên nû li dijî Trump!
PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump piştî îdianameya nû ya ku di çarçoveya lêpirsînên "belgeyên nepenî" de hatibû vekirin, bi sê sûcên nû re rû bi rû ma.
Serdozgerê Giştî yê berê Jack Smith ku di lêpirsînên "belgeyên nepenî" û "6ê Çileyê Serdegirtina Kongreyê" ya derbarê Trump da wek pisporê rayedar ê taybet hat tayînkirin, do derbarê dosyaya belgeyên nepenî da îdianameyeke nû pêşkêş kir.
Di îdianameya nû de hat îdiakirin ku Trump hewil daye delîlan biguherîne an tune bike, kesek din tehrîk kiriye ku vê yekê bike û li gorî Qanûna Sîxuriyê sûcek nû kiriye.
Îddîaya"karê Biden û ekîba wî ye"
Li qesra Trump a Florida, Mar-a-Lago, rêveber Carlos De Oliveira, bi îdiaya ji karmendek din re behsa Trump dike re gotiye, "serok" dixwest server were jêbirin û beşdarî plansaziya Trump a jêbirina dîmenên çavdêriyê bûye.
Piştî sûcdariyên nû, ekîba kampanyaya Trump di daxuyaniyekê de got, "Ev ji bilî hewildanek bêhêvî û bêserûber a domdar a malbata sûcdar (Joe) Biden û Wezareta Dadê ji bo tacîzkirina Serok Trump û kesên li dora wî ne tiştek din e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin