Li Marmarayê erdhej çêbû! Stenbol û parêzgehên derdorê hejiyan!

18 December 2023 10:32 0 dîtin
Li Marmarayê erdhej çêbû! Stenbol û parêzgehên derdorê hejiyan!

PeyamaKurd – Li peravên navçeya Çinarcika Yalova bi lerza 4,1 erdhejek pêk hat.

Li gor daxuyaniya AFADê di saet 23.53an de li Behra Marmarayê ya navçeya Çinarcika Yalovayê bi lerza 4,1an erdhejek pêk hat. Erdhej li Yalova, li Stenbol, Bursa, Kocaelî û Balikesîrê jî hat hestkirin.

ERDHEJ LI STENBOL Û PAREZGEHÊN DERDORÊ JÎ HAT HESTKİRİN

Li gor daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya fermî ya AFADê hat dayîn, erdhej 11 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Erdheja bi lerza 4,1 li Yalova, Stenbol, Bursa, Kocaeli ü Balıkesire jî hat hestskirin. Rasatxaneya Kandîlliyê da zanîn ku mezinahiya erdheja li peravên Yalova ya li Behra Marmarayê pêk hat, 4 e.