Li Meletî gaza xwezayî teqiya: Kesek mir û 3 kes birîndar bûn

07 March 2019 17:03 0 dîtin
Li Meletî gaza xwezayî teqiya: Kesek mir û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê di malekê de boriya gaza xwezayî teqiya û di encamê de ji heman malbatê jinekê canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Yek ji birîndaran zarok e.

Îro li Taxa Înonu ya bajarê Meletî di daîreya qata sêyem a avahiyeke 4 qatî de boriya gaza xwezayî teqiya.

Pişt teqînê agir derket û gelek tîmên tendirûstî, agirvemirandin û polisan bo cihê bûyerê hatin şandin. Agir di demeke kurt de hat vemirandin.

Lê hat ragihandin ku Fatma Koç a 80ê salî ya di hundir de canê xwe ji dest daye. Kamil Koç (42), hevjîna wî Selda (40) û keça wan Berina 9 salî jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletî hatin veguhestin û cenazeyê Fatma Koç jî bo morgê hat şandin. Mal bi tevahî şewitî ji aliyê dozgeriyê ve hat mohrkirin.