Li Meletî otobas qelivî: 4 mirî û 36 birîndar
Peyama Kurd - Li bajarê Meletî yê bakurê Kurdistanê, di du qezayên trafîkê de herî kêm 4 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 36 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku li navçeya Arxayê ya Meletiyê otobaseke rêwiyan ku ji Stenbolê dihate Meletiyê qelivî. Piştî qelivîna otobasê, kamyoneke barhilgir ji paş ve li otobasa ku qelivî bû ket.
Li gorî zanyariyên destpêkê, di qezayê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn.
Piştî ku tîmên tenduristiyê gihîştîn cihê bûyerê, meytên mirîyan arasteyî morgên bajêr û birîndaran jî arasteyî nexweşxaneyên cuda yên bajêr kirin.
Duh êvarê jî li navçeya Çirmikê ya Meletiyê, li ser rêya sereke ya Semsûr û Meletiyê 2 otomobêl li hev qelivîbûn û di encama bûyerê de welatiyê bi navê Huseyîn Erdoganê 45 salî canê xwe ji dest dabû, 5 kesên din ên di her du otomobêlan de jî birîndar bûbûn ku birînên 2 kesan giranbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin