Meletî: Di erdheja bi lerza 5,6an de 2 mirî 140 birîndar

28 February 2023 13:32 0 dîtin
Meletî: Di erdheja bi lerza 5,6an de 2 mirî 140 birîndar

PeyamaKurd – AFADê ragihand, di erdheja bi hêza 5,6 ya ku do li Meletiyê pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 140 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) di erdheja ku navenda wê navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê ye de 32 kes ji bin xirbeyan hatin rizgarkirin.

Di erdheja piştî erdhejê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 140 kes jî birîndar bûn, 12 jê giran 40 kes jî hêj tên dermankirin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku li 7 ji 31 ​​avahiyên hilweşiyayî hatin kirin temam bûn.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi ekîbên 650 kesî dewam dikin.