Di encama erdheja Meletî û Semsûrê de 23 kes birîndar bûn

11 August 2023 00:35 0 dîtin
Di encama erdheja Meletî û Semsûrê de 23 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku di encama erdheja Meletî û Semsûrê de 23 kes birîndar bûne. Birîndariya wan bi sedema ketinê û ji jor de xwe avêtine de çêbûye. Koca di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Li Meletiyê 22 kes û li Semsûrê 1 hemwelatiyê me bi temamî 23 kes di encama ketinê an dema xwe ji jor de berdane birîndar bûne. Ji bo Meletiyê me 14 ambûlans û 3 tîmên UMKE, ji bo Semsûrê 3 tîmên UMKE, ji Maraşê 2 ambûlans û 1 tîma UMKEyê,ji Diyarbekirê 5 ambûlans bi temamî 21 ambûlans û 7 tîmên UMKE wezîfedar kir. Tedawiya nexweşên me dewam dike û Xwedê şîfayê bide wan.”

Îro li navça Yeşilyurda bajarê Meletiyê bi dereca 5.3 erdhej çêbûbû.