Li Meletiyê 2 qeza çêbûn: 14 birîndar hene
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê 2 qeza çêbûn û 14 kes birîndar bûn. Mînîbusa ku ji kontrola ajotvan derket, ji ser rê derket û wergeriya kenarê rê. Di encamê de 8 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê, 5 ji birîndaran birin nexweşxana Turgut Özal û 3 birîndaran birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya dewletê.
Qeza duyem li navçeya Battalgaziyê ya Meletiyê çêbû ku otomobîlekî û mînîbusa rêwiyan lihev ketin û 6 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.
Polîs, li ser her dû qezayan lêpirsîna xwe dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin