Di qeza li Meletiyê de 7 alav li hev ketin û 6 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li taxa Halfettinê, îro piştî nîvro di qeza çûnûhatê ya zencîre de, 7 alav li hev ketin û di encamê de kesên bi navên E.Z., İ.Ö., B.Ö., H. İ.Ö., S.Y.Z. û S.K.Z. birîndar bûn.
Tîmên tendursitiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Meletiyê ya lêkolîn û Perwerdê. Rê bo demekî dirêj yekalî ji bo trafîkê hat girtin heya alavan ji nava rê derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin