Li Meletiyê qeza: 1 mir û 3 kes birîndar bûn

07 August 2021 00:30 0 dîtin
Li Meletiyê qeza: 1 mir û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navçeya Darendeyê otomobîlekî wergeriya kenarê rê û ket nav kanala avê. Di qezayê de ajotvan Ramazan Esinti (38) ku bi xwe polîse jiyana xwe ji dest da û jin a wî bi 2 zarokên wî ve birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê çêbû.

Hat ragihandin ku polîs Ramazan Esinti li bajarê Tekirdağê wezîfedare û bi sedema kontrola erebê wenda kiriye qeza kiriye. Piştî tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê dibînin ku Ramazan Esinti li ciyê bûyerê miriye. Jina wî Resmi Gül û zarokên wan Ayşe Zeynep û Ahmet Aziz Esinti birîndar bûne.

Bo dermankirinê birîndaran birin nexweşxanê. Cesedê Ramazan Esinti ji otomobîlê derxistin û birin morga Tib a Edlî bo otopsiyê. Rewşa birîndaran baş e.