Li bajarê Meletiyê qeza: 2 mirî û 16 birîndar
PeyamaKurd- Li bajarê bakûrê Kurdistanê li Meletiyê otomobîlek û mînîbusekî lihev ketin û di encamê de 2 kes mirin û 16 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya Meletiyê û navçeya Akçadaxê, li feleka organize sanayî ya 2 yem çêbû. Di qezayê de kesên bi navên Cafer Şahin û Guner Turkmen Yılmaz jiyana xwe ji dest dan.
Kesên ku birîndar bûn yên bi navên Mehmet Aslan, Feramuz Yılmaz, Hacı Mehmet Uzun, Gökhan Ataş, İbrahim Takar, Niyazi Karaca, Mesut Önver, Yaşar Karaca, Neziye Tapar, Mehmet Bozan, Hatice Karaca, Emrullah Koca, Mehmet Emir Koç, Esra Koca, Şehabettin Önal, Gökhan Öksüz, ji aliyê tîmên tenduristiyê de (112) hatin birin bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr bo tedawiyê. Halê hinek birîndaran baş nîne û jiyana wan di xeterê de ye.
Piştî li ser cenazeyan ji aliyê dozgeriyê de lênêrîn hat kirin, cenaze hatin birin bo morga a Tib a Edlî ya Meletiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin