80 alav ketin nav qezayê: 6 mirî
PeyamaKurd – Li welatê Amerîka li eyaleta Pennsylvania bi sedema şertên hewayê yên nexweş 80 alav ketin nav qezayekî zencîre û di encamê de 6 kes mirin. Li gor ragihandina beşa polîsan ya eyaleta Pennsylvaina; bobelata berfê çêbû û kesên ku di qezayê de wefat kirine, piştî agahî bidin malbatên wan, wê nasnameyên wan ji bo raya giştî ragihînin.
Di ragihandina polîs de hat gotin ku li ser rêya 1-81 ê firtûneyekî aktîv ya berfê çêbûye û alavên ku ketine nav bûyera qezayê %39 ê wan alavên bazirganî ne.
Di qezayê de 24 kes birîndar bûne û wan birine nexweşxanên herêmê û dermankirina wan dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin