Li Meletiyê bi lerza 5an erdhejeke din çêbû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Yesilyurta Meletiyê, erdhejeke bi lerza 5an çebû.
Li gor daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) li navçeya Meletiyê Yeşîlyurtê, erdhejeke bi lerza 5an pêk hat.
Erdheja ku di saet 07.50an de pêk hat, kûrahî 10.45 kîlometre bû.
Di 6ê Sibatê de erdhejên ku navenda wê li Pazarcik û Elbistana navçeyên Mereşê bûn û li 10 parêzgehan tesîr kiribûn, çêbûn.
Hat ragihandin ku di erdhejan de 18 hezar û 342 kesan jiyana xwe ji dest dane û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin