Li Meletiyê otomobîl û TIR lihev ketin û kesekî mir

12 January 2022 00:44 0 dîtin
Li Meletiyê otomobîl û TIR lihev ketin û kesekî mir

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li Akçadaxê li devera fabrika kaxez TIR ekî û otomobîlekî leihev ketin û di encamê de kesên di otomobîlê de bûn yên bi navê A.C. can da û A.H.K, N.C, M.C, İ.Ç. birîndar bûn.

Kesên di otomobîlê de birîndar bûn ji aliyê tîmên îtfaiyê de hatin derxistin. Tîmên lezgîn yên 112 ê birîndaran birin nexweşxanê û jiyana A.H.K. û N.C di talûkê de ye.