Li Mexmûrê ISID ê êrîsê Hasdî Sabî kir
PeyamaKurd- Yekîneyên Haşdî Şabî yên ku nêzê bajarê Mexmûrê wezîfe dikirin, dema ji wezîfa xwe dihatin, ji aliyê çekdarên İŞİDê de ketin kemînê û 2 kesên Haşdî Şabî hatin kuştin. Berdevkê Eniya Bakûr yê Haşdî Şabiyê Elî Huseynî ragihand ku konwoya wan li ser rêya Mexmûr-Dubiz ê ketiye nav kemînê.
Hat ragihandin ku bersiva İŞİD ê dane û ji wan jî birîndar hene. Huseyîn ragihand ku piştî bûyerê hêzeka mezin şandine herêmê, niha rewşa wê derê arame û birîndaran birine nexweşxanê.
Fermandarê hêzên pêşmerge yê eniya Mexmûr-Guwêr Sîrwan Barzanî ragihand ku halê Mexmûrê normale û ger Haşdî Şabî bixwaze birîndarên xwe di rêya kurt de bibe nexweşxanê, çi pêdivî hebe wê pêşmerge destekê bide wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin