ISID ê êrîsê Pêsmerge û Hasdî Sabî kir
PeyamaKurd – Çeteyên IŞİD ê li bajarê Kifriyê li bajarokê Gulala êrîşê ser baregeha kontrolê ya Pêşmerge û Haşdî Şabî kirin. Di êrîşê de Pêşmergeyekî şehîd bû 2 Haşdî Şabî birîndar bûn. Fermandarê hêzên Pêşmerge yê tûxaya 3 yem yarbay Ahmed Mistefa bo Rûdawê weha ragihandiye:
“IŞİD ê îşev siet di 22.00 an de li Gulalayê li Pirde Helwaniyê êrîşê noqteya Haşdî Şabî kirin. 2 kesên Haşdî Şabî ji serê xwe û singa xwe birîndar bûn.”
Li aliyê dinê yarbay Cemal Waranî bo Rûdawê weha gotiye:
“ IŞİD ê li Kifriyê li gundê Omerbiliyê êrîşê cepha hêzên 16 em ya Pêşmerga kiriye û bi kanasê li wan xistiye. Pêşmergeyekî birîndar bûye û heya birine nexweşxanê şehîd ketiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin