Êrîsê Hasdî Sabî kirin û wan jî ji pêsmerge alîkariyê xwest

07 March 2019 23:41 0 dîtin
Êrîsê Hasdî Sabî kirin û wan jî ji pêsmerge alîkariyê xwest

PeyamaKurd- Do êvarê li ser rêya Mexmûrê DEAŞ ê êrîşê Haşdî Şabî kir û ew jî ji pêşmergeyên Kurdistanê alîkarî xwest. Ji fermandarê pêşmergeyan Sirûd Salih mijarê ragihand ku ji pêşmerge alîkarî hatiye xwestin.

Li gor medya Iraqê li ser rêya Mexmûrê di dema êrîşê de şeva borî behsa du kuştiyên Haşdî Şabî hat kirin lê niha ew jimare derketiye 6 kesan. Di şer de 32 kes jî birîndar bûne. Li gor Sirûd Salih Haşdî Şabiyên dinê, wenda bûne û niha artêşa Iraqê li wan digere lê heya niha ti agahî ji wan nehatiye sitendin. Piştî bûyerê pêşmerge li ciyên DEAŞ ê xistine.

Fermandarê eniya Mexmûr û Guwerê Sîrwan Barzanî do ragihandibû ku bo Haşdî Şabî gotine; eger dixwazin birîndarên xwe di rêyeka kurt de bigihînin nexweşxaneyan, ew amade ne ku alîkariya wan bikin.